TR KU SO
FB X
Kurdistan

Balyoza Îngîltere ya Erbîlê: Herêma Kurdistanê ji bo me girîng e

Admin M
Nivîskar
📅 16 gulan 2023 03:06

PeyamaKurd – Serkonsolosa Îngîltere ya Herêma Kurdistanê Rosy Cave, li Herêma Kurdistanê di civîna çapemeniyê de ragihand ku Îngîltere reformên hukumeta Herêma Kurdistanê destek dike û Herêma Kurdistanê ji bo Îngîltere gelek girîng e. Cave ragihand ku di mijara dîjîtalîzebûn û reformên darayî de bi hukumeta Kurdistanê re di nav koordînasyonê de ne.

Cave, ragihand ku ew endamê koalisyona navdewletî ya li hemberê IŞİD ê ne û bi hêzên Pêşmerge re hevkariyê dikin û alîkariya reformên wezareta Pêşmerge dikin. Cave weha got:

“Herêma Kurdistanê ji bo Îngîltere gelek girîng e. Em dixebitin ku bawerî bi refah û aştiyê bînin. Ji bo aboriya herêmê geş bibe, em dixebitin da bêhtir şîrket werin Herêma Kurdistanê.”

Parve bike: