Balyozê Almanya:” Enfala Barzaniyan di dîroka Kurdistanê de êşeka girane”
PeyamaKurd – Balyozê Almanya yê li Erbîlê Albrecht von Wittke, bi sedema wexta wezîfa wî li Erbîlê qediya, seredana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kir da jê xatirê xwe bixwaze.
Di qebûla serok Barzanî ya ku Albrecht von Wittke qebûl kir, bi sedema salvegera 8 hezar Enfala Barzaniyan sersaxiyê da serok Barzanî, ji ber meselê xemgîniya xwe ragihand û rûdanê di dîroka Kurdistanê de weka êşekî mezin ragihand.
Balyoz bi sedema qedandina karê xwe yê li Herêma Kurdistanê, ji ber desteka hukumeta herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê sipasiya xwe kir û wexta mayîna xwe ya li Erbîlê wekî tecrubeyekî dewlemend ragihand.
Von Wittke, behsa pêwendiyên Almanya û hukumeta Herêma Kurdistanê jî kir û dewama wan têkiliyan xwest. Von Wittke ragihand ku dê Almanya desteka xwe ya ji bo hukumeta Herêma Kurdistanê û hevkariya bi hêzên Pêşmerge re dê dewam bike.
Serok Mesûd Barzanî ji ber xizmetên balyoz Albrecht von Wittke sipasiya wî kir û ji bo balyozê nû yê Almanya yê Erbîlê Christian Ulfke jî di karê wî de serkeftinê xwest.
Barzanî ragihand ku di wexta şertên zahmet de, bi sedema Almanya desteka mezin daye Pêşmerge û di şerê li dijî terorê de piştgiriya Kurdistanê kiriye, sipasiya xwe ji bo xelkê Almanya kir û xwest dewama pêwendiyên dostane di navbera her dû terefan de bêhitr pêşde here.
Di hevdîtinê de her dû teref li ser rewşa siyasî ya Iraqê, rewşa ewlehiya wê, pêşdeçûnên li herêmê û behsa talûka terorê û cudakariyê ya li Rojhilata Navîn kirin.
Pêvajoya siyasî ya li Herêma Kurdistanê, rewşa Kurdên li Sûriyê û li ser rewşa pêvajoya li Tirkiyê her dû teref rave kirin.