TR KU SO
FB X
Kurdistan

Balyozê Brîtanyayê li Hewlêrê bi Nêçîrvan Barzanî re civiya

Admin M
Nivîskar
📅 16 gulan 2019 01:20

PeyamaKurd- Balyozê Brîtanyayê yê li Hewlêrê Wilks, bi serokwezîrê Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî re diviya. Di civînê de behsa pêwendiyên du qolî û rewşa herêmê hat kirin. Li gor ragihandina baregeha serokwezîrtiya Kurdistanê; di hevdîtinê de behsa rewşa Rojhilata Navîn, Iraq û rewşa siyasî ya Kurdistanê hat kirin. Behsa koçberan behseka dinê ya hevdîtinê bû.

Her dû alî behsa çareseriya pirsgirêkên herêmê kirin û gotin ku bi rêya hevdîtinan û bi rêya aşitiyê bên helkirin, ev rêyên herî başin. Di civînê de behsa têkiliyên Londra-Hewlêr û Hewlêr-Bexda hat kirin û başbûna têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê bi girîngî hat pesendkirin.

Parve bike: