TR KU SO
FB X
Kurdistan

Baregeha Barzanî: Em bi hemû hêza xwe pistgiriya xwisk û birayên Kakeyî dikin

Admin H
Nivîskar
📅 25 tîrmeh 2022 00:16

PeyamaKurd - Baregeha Serok Barzanî, li ser bûyera ku çekdarên Heşda Şeibî li Kerkûkê êrîş, heqaret û sivikatî li Pêşmergeyekî Kurdên Kakeyî kiribûn, daxuyaniyek belav kir û ew bûyer şermezar kir.

Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de, bi tundî ew kiryara nerewa û tirsonek ya çend endamên Heşdî Şeibî li dijî Pêşmergeyekî Kakeyî yê Kurdistanê şermezar kir.

Baregeha Barzanî diyar kir ku ev heqareta li azadî, bawerî û jiyana hevbeş e û destnîşan kir, ew bi hemû hêza xwe piştgiriya xwişk û birayên Kakeyî dikin.

Parve bike: