Baregeha Barzanî sersaxiyê da malbata hunermend Kamîran Ebdulrehman
PeyamaKurd – Baregeha Barzanî bi sedema koça dawî ya hunermendê Kurd Kamîran Ebdulrehman peyamekî sersaxiyê belav kir. Peyama sersaxiyê ya Baregeha Barzanî wehaye:
“Bi navê Xwedayê mezin û mîhreban,
Hêjayên malbata hunermend Kamîran Ebdulrehman, bi mixabinî me xebera koça dawî ya hunermendê diyar ê Kurdistanê Kamîran Ebdulrehman bihîst.
Hunermend Kamîran Ebdulrehman, yek ji diyartirîn ew hunermendanên xizmeteke mezin ji bo mîlletê xwe kiriye, bi taybetî di warê sirûda neteweyî û nîştîmanî da cîh û roleke berçav dîtiye.
Bi vê boneya xemgîn, serxweşiyên xwe arasteyî malbata birêz û kurdperwer û temamî xizim û dost û hunermendan û hevalên li Kurdistan TV dikin xwe weke hevbeşê xem û aliyekî dizanin.
Em ji Xwedayê mezin daxwaz dikin giyanê Xwedêjêrazî Kake Kamîran Ebdulrehman ber rehmetî bixe, bi behişta bêrîn şad bike û aramiyê bide malbat û naskirkiyên malbatê.”