Baregeha PDK ê sewitandin û peyamnêr û kameramanê Rûdawê revandin
PeyamaKurd – Li gor ragihandina tora medyayî ya Rûdawê; li Bexdayê hêzeka çekdar ku xwe weka hêza zabita daye naskirin, peyamnêrê Rûdawê Helkewt Ezîz û kameremanê Rûdawê Xebat Ecemê di wexta ku Haşdî Şabî avêtiye ser baregeha PDK ê û avahiya PDK ê û ala Kurdistanê şewitandiye, her duyan revandiye. Ragihandin ji aliyê Rûdawê de hat kirin ku siet li dora 11.00 ê berya nîvro de hêzekî çekdar ya bi navê Qiwat Hefz el-Nîzam xwe date nasandin, her dû xebatkarên navborî yên li jorê revandiye.
Rûdaw ragihand ku revandina peyamnêr û kameremanê wan li Bexdayê destdirêjkirina mezine bo ser karê medyayê û gotiye:
“ Em bi tundî wê revandina herdu hevkarên xwe şermezar dikin û daxwaza aşkerekirina cihê wan û azadkirina wan a demildest dikin.”
Rûdaw her weha bang li hukumetê dike ku berpirsê parastina jiyana her dû hevkarên wan hukumete divê bên dîtin.