Baregeha Serok Barzanî ji malbata kolberên rojhilatî re sersaxî xwest
PeyamaKurd- Baregeha Serok Barzanî sersaxî da malbata wan kolberên Rojhilatî yên ku ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dabûn.
Di heyama çend rojên borî de 2 kolberên kurd yên Rojhilatê Kurdistanê, ku her du jî xelkê gundê Nê yê bajarê Merîwanê bûn, li zozana Tete li devera Hewramanê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da bûn.
Hat hîn bûn ku navê yek ji wan kolberan Azad Xusrewî (17 salî) û navê yê din jî Ferhad Xusrewî (14 salî) bû. Her du kolber, birayên hev bûn.
Baregeha Serok Barzanî bi helkefta wê bûyera diltezîn peyameke sersaxiyê belav kir.
Naveroka peyamê wiha ye:
“Xebera jidestdana her du kolberên ciwan, Ferhad û Azad Xusrewî gelekî bi êş û diltezîn bû. Em sersaxiyê didin malbat û xizmên wan her du canmergan û xelkê xoşdivî yê gundê Nê û devera Merîwanê û xwe hevbeşê xema wan dizanin. Hêviya me ew e ku êdî êşên wiha dubare nebin û xwişk û birayên me ji êş û kederan dûr bimînin.”