TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bargeha Barzanî: Daxuyaniya çêkirî ya bi navê Serok Barzanî hatiye belavkirin nerast e

Admin H
Nivîskar
📅 29 gulan 2022 14:07

PeyamaKurd - Baregeha Barzanî, derbarê nûçe û daxuyaniyeke çêkirî bi navê Serok Barzanî ku di medya Erebî de hatiye belavkirin daxuyanî da.

Baregeha Barzanî destnîşan kir ku ew daxuyaniya çêkirî ya bi navê Serok Barzanî li ser mijarên biryara Dadgeha Federal û Parlamentoya Iraqê hatine belavkirin, dûrî rastiyê ye û ti bingeheke wê nîne.

Di daxuyaniya Baregaha Barzanî ya îro Yekşemê 29ê Gulanê hatiye belavkirin de wiha hat gotin: “Hejmarek malper û torên civakî yên erebî derbarê biryarên dadgeha federal û encûmena nûnerên Iraqê de daxuyanî bi navê Serok Barzanî çêkirine û belav kirine. Em ji vê derê radigihînin ku ew mijar dûrî rastiyê ne û ti bingeheke wan nîne.”

Parve bike: