Baroya Amedê ji bo kujerên Hantas ket tevgerê
PeyamaKurd – Baroya Amedê li ser navê Serokê Baroyê Prz. Cîhan Aydin bi daxuyaniyeke nivîskî bang li rayedaran kir ku li ser kuştina Recep Hantaş lêpirsîneke adil, bêalî û serbixwe pêk bînin.
14ê Nîsanê li saet 03.20an li Parka Sumerê ya li navçeya Yenîşehîra Amedê Recep Hantaşê (20) bi hevalê re xwe rûdinişt, polîsan gule berda bûyê û bi 3 guleyên jiyana xwe ji dest dabû.
Polîsan piştî bûyerê ji birayê Recep Hantaş Efe Hantaş re gotibû ‘birayê te bi şaşî hat kuştin.’ Walîtîyê jî di daxuyaniya xwe de îdîa kiribû ku ji ber Hantaş li gorî banga ‘raweste’ tevnegeriyaye gule lê hatiye reşandin.
Piştre 2 polîs hatin binçav kirin û derbarê polîsekî de biryara girtinê hat dayîn û polîsek jî bi ‘şertê kontrola edlî’ hat berdan.
Di daxuyaniya Baroya Amedê de gumanên li ser kuştina Recep Hantaş û kiryarên berê yên hêzên ewlekariya Tirkiyê li hemberî kurdan kirine, hatin bîrxistin û bi 5 madeyan hat xwestin ku lêpirsîneke adil, bêlayan, serbixwe û li ber raya giştî bi şefafî bê kirin.
Baroya Amedê destnîşan kir ku ew dê doza Hantaş ji nêzîk ve bişopînin û bi 5 xalan daxwaz ji rayedaran kir lêpirsîna dadgehê bi zelalî were kirin.