Baroya Mêrdînê: Gotinên Înce derveyî zanistê ne
PeyamaKurd – Baroya Mêrdînê, derbarê gotinên Muharrem Înce yên derbarê zimanê Kurdî de, bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşan da û diyar kir: “Gotinên Înce derveyî zanistê ne.”
Komîsyona Mafê Zarokan a Baroya Mêrdînê, derbarê gotinên Serokê giştî yê Partiya Memleket Muharrem Înce yên li dijî zimanê Kurdî daxuyaniyek belav kir.
Muharrem Înce gotibû, “Perwerdehiya bi zimanê Kurdî ne li gor pedagojiyê ye” û Baroya Mêrdînê jî di daxuyaniya xwe de daye zanîn, ziman amûrek e ku mirov xwe pê dide nasîn û rastiya xwe pê derdibire û got, “ji ber vê yekê jî di pêngava yekem a perwerdehiya zarokan de, astengiyên li hember zimanê wan ji aliyê wan ve wek ku li kesayetiya wan hatibe kirin tê hest kirin û zarokên ku destûr neyê dan ku ew wek xwe bin, ji jiyana xwe ya perwerdehiyê dûr dikevin.”
Baroya Mêrdînê bal kişand ser maddeyên 17, 20 û 30 yên Peymana Mafên Zarokan a Netewên Yekbûyî ku ew madde li ser perwerdehiyê û berpirsiya dewletê ya di perwerdehiyê de ne û got: “ Di wan maddeyan de, bi awayekî ne yekser be jî amaje tê dan ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafek naskirî ye.”
Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê de Baroya Mêrdînê cîbicîkirina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo geşedana derûnî û pedagojîk a zarokan “gelek girîng” dibîne û tekez dike, “Gotinên Muharrem Înce derveyî zanistê ne.”
Muharrem Înce çi gotibû?
Muharrem Înce ku ji CHPê cuda bûbû û Partiya Memleket ava kiribû, têkildarî daxwazên perwerdehiya bi zimanê dayikê, sivkatî bi zimanê Kurdî kir û gotibû: “Ne li gor pedagojiyê ye.”