Kurdistan
Baroya Mêrdînê tabelaya bi çar zimanan danî ser avahiya xwe
PeyamaKurd – Baroya bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê, tabeleya xwe ya ku tenê tirkî li ser hebû guherand û bi çar zimanan tabeleyeke nû danî ser avahiya xwe.
Di tabelaya nû ya Baroya Mêrdînê ji bilî zimanê Tirkî zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî jî dinivîse ku li seranser Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yekem baro ye bi pirzimanî talebelaya xwe datîne.
Herwiha hat zanîn ku Baroya Mêrdînê kongreya xwe ya giştî rojên 10-11ê Cotmeha 2020an li dar dixe.