TR KU SO
FB X
Kurdistan

Baroya Rihayê banga vegerandina gora Seîdê Kurdî kir

Admin H
Nivîskar
📅 14 tîrmeh 2026 18:18

PeyamaKurd - Baroya Rihayê bi helkefta salvegera 66an a derxistina bi darê zorê ya termê Bedîuzeman Seîdê Kurdî ji aliyê birêvebiriya derbeya serbazî ya 27ê Gulana 1960î ve daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Seîdê Kurdî di 23yê Adara 1960î de li Rihayê koça dawî kiribû û li hewşa Mizgefta Xelîl-ur Rehmanê hatibû binaxkirin, lê belê piştî 111 rojan gora wî ji aliyê leşkerên derbekar ve hatiye vekirin û termê wî birine cihekî neasayî ku hîn jî nayê zanîn.

Baroyê bal kişand ser civîna kabîneyê ya wê serdemê ku tê de Serokê Komîteya Yekîtiya Niştimanî Cemal Gursel fikarên xwe aniye ziman û gotiye "Sibe dê Riha bibe navenda Kurdîtiyê" daku daxwaza xwe ya veguhastina term mîsoger bike, herwiha hat destnîşankirin ku bi zorê daxwaznameyek bi birayê wî Evdilmecîd Nursî dane îmzekirin daku vê kiryara derasayî qanûnî nîşan bidin.

Rêveberiya Baroya Rihayê eşkere kir ku ew ji sala 2017an ve ji bo eşkerekirina çarenivîsa gora Seîdê Kurdî hewldanên îdarî û dadî bêrawestan didomînin û piştî ku rêyên hiqûqa navxweyî bêencam man, wan du caran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî daye.

Baroyê ev kiryara hovane ya derbekaran wekî "sûcekî eşkere yê li dijî mirovahiyê" û binpêkirineke giran a mafê parastina gorê pênase kir û daxwaz kir ku desthilatdarî gora wî ya winda eşkere bike û ew wekî nirxekî pîroz li cihê wî yê rasteqîn ê li Rihayê were vegerandin.

Parve bike: