Baroya Rihayê bo birayara Saîdî Kurdî îtîrazê kir
PeyamaKurd- Daxwaza Baroya Rihayê ya bo agahî û belgeyên ku di derbarê Saîdî Kurdî de hene, bo belavkirina wan bi raya giştî re, ji aliyê parêzgeha Rihayê de hat redkirin. Baro mijarê weha ragihand:
“Merhûm Daîdî Nûrsî (Kurdî) di 23 yê adara 1960an de li bajarê me wefat kiriye û roja dinê di hewşa mizgefta Mewlîdî Xelîl (Dergah) de hatiye definkirin. Mixabin piştî defnê bi 111 rojan, di 12 ê tîrmeha sala 1960an de, cenaze wî ji aliyê revebiriya leşkerîde hatiye derxistin û birine ciyeka ne diyar. Bi s dema ku agahî mafê herkesiye divê bê zanîn ka cenazeyê wî birine ku derê…”
Peyama Baroya Rihayê gelek dirêj dewam dike. Lê gelo Saîdê Kurdî an Nûrsî kiye? Gelek kes hene ku meraqa vê bersivê dikin û dewleta wê demê ya Tirkiyê ku rêvebirên wê leşker bûn û cûnta general Cemal Gursel li serî bû, bo çi cenazê seyda ji Rihayê birin devereka ne diyar?
Seîdê Nûrsî an Kurdî Kurdperwer bû, oldar bû û alim bû. Piştî şerê Şêx Seîdê Paloyê hatibû sirgûnkirin bo bajarê Îspartayê. Ti carî efûya vegera wî bo Kurdistanê derneket. Damezrênerê rêxistina Kurd Teawun û Terraqiyê bû ku di sala 1908an de bi serokatiya Seyîd Abdulqadirê Nehrî hatibû avakirin. Di heman rojnameyê de diniîvîsand. Destekvanê rêxistina Hêvî û weşana wan ya bi navê Rojî Kurd û Hetawî Kurd bû. Endamê aktîv yê Rêxistina Kurdistan Tealiyê bû di sala 1918an de. Di kovar û rojnameya Jîn ê de dinivîsand.
Piştî şerê Osmanî û Rûsan ji Rûsyayê dageriyabû Îstenbolê û paşî li bajarê xwe li Wanê bicîh bû. Bi Şêx Seîd re raperînê û têkoşînê neda lê piştî di dardakirina Şêx Seîd, di nava kesên ewilîda bû ku hat sirgûnkirin. Di girtina an zîndanîkirina 49 Kurdên sala 1959an de çû seredana wan lê dewletê wî ji Îstenbolê vegerandibû.
Di sala 1960an de bi dizî vegeriya Kurdistanê û heya Rihayê hat. Hêzên dewletê rê li ber girtin û xwestin here ciyê xwe yê sirgûnê. Seyda yek şev ji wan îznê xwest da li Rihayê bimîne. Sedem jî bajêr yê Hz. Îbrahîm bû. Seyda di heman şevê de wefat kir. Lê tehemmula gora wî nehat kirin bi sedema ku bi deh hezaran kes diçûn ser gora wî weka bi navê “gora Saîdê Kurdî”. Ev jî bi hêzên dewletê nexweş hat.
Di şevekî de birayê wî Ebdulmecîd ji bajarê Konyayê tînin Rihayê. Pê belgeyan didin îmzekirin ji ber ku seyda nezewicî bû û di resmiyetê de xwediyê wî birayê wî bû. Cenazê wî dixin tabûtê û tabûtê dixin helîkopterê, dibin devereka nidiyar defin dikin. Ev mjara ciyê cenaze û daxwaza neqla cenaze wî bo bajarê Rihayê dê demeka dirêj bibe mijara navbera Kurda û dewleta Tirkiyê.