Baroyên 14 bajarên Kurdistanê, li ser qetilkirina 2 rojnamegerên kurd daxuyanî da
PeyamaKurd – Baroyên 14 bajarên Kurdistanê ji bo rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku duh li nêzîkî Bendava Tişrînê ya Kobanê hatibûn qetilkirin daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em daxwaz dikin ku berpirsyar bên eşkerekirin û lêpirsîneke bi bandor li dijî wan bê meşandin.”
14 baroyan ji bo rojnamegerên Kurd Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên ku li Rojavayê Kurdistanê di encama êrîşa balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dane, daxuyaniyeke hevpar da.
Daxuyanî bi vî awayî ye: “Di vî heyamî de ku geşedanên germ li Sûriyeyê çêdibin, saziyên çapemeniyê yên neteweyî û navneteweyî xebatên xwe yên rojnamegeriyê ji bo agahdarkirina raya giştî ya cîhanê didomînin. Di demekê de ku xebatên ji bo avakirina jîngeheke bêpevçûn û vegerandina jiyanê li herêmên cuda yên Sûriyeyê berdewam dikin, metirsiya zêdebûn û kûrbûna pevçûnan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Girîngiyeke mezin e ku di derbarê mafê jiyanê û debara sivîlan û geşedanan de bi awayekî rast û bêalî agahî ji raya giştî re bê ragihandin. Hiqûqa navneteweyî erkan nas dike ji bo dabînkirina ewlekariya rojnamevanên ku li herêmên şer kar dikin, bi taybetî mafê wan ê jiyanê, û rêgirtina li êrîş û astengiyan li dijî wan.
Weke baroyan, em vê êrîşa ku rojnamevanan dike hedef şermezar dikin û bang dikin ku ‘Em erka xwe ya parastina sivîlan li gorî prensîbên hiqûqa gerdûnî bi bîr tînin ji rayedarên neteweyî û navneteweyî û daxwaz dikin ku berpirsyar bên eşkerekirin û lêpirsîneke bibandor li dijî wan were meşandin.”
Baroyên ku daxuyanî îmze kirine ev in:
Baroya Semsûrê
Baroya Agiriyê
Baroya Entabê
Baroya Çewlîgê
Baroya Bedlîsê
Baroya Dêrsimê
Baroya Diyarbekirê
Baroya Colemêrgê
Baroya Mêrdînê
Baroya Mûşê
Baroya Sêrtê
Baroya Rihayê
Baroya Şirnexê
Baroya Wanê