TR KU SO
FB X
Kurdistan

Barzanî: “Di vê krîza aboriyê de ji destê hukumetê çi tê dike”

Admin M
Nivîskar
📅 08 berfanbar 2020 02:56

PeyamaKurd – Serowezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser xwepêşandanên herêma Kurdistanê ku ev çend rojin dewam dikin, peyamekî nivîskî belav kir. Barzanî di beyana xwe de ragihand ku dinya, Iraq û Kurdistanê di dewreka xeter ya krîza aboriyê de derbas dibe û hukumet bo vê dewra nexweş derbas bike ji destê wê çi tê dike.

Barzanî got ku bo bi Bexdayê re bigihên peymanekî, hemû toleransan dane Bexdayê lê hinek kes hestên xelkê bo berjewendiyên xwe yên şexsî bikartînin.

Bo hukumeta herêma Kurdistanê mafê  herêmê bidest bixîne, muzakereyan dide dewam kirin û heya niha heqqê herêmê negihaye hukumeta Hewlêrê û weha dewam dike:

“Bêguman hukumeta herêma Kurdistanê dizane bê çi bar ketiye ser milên hemwelatiyên Kurdistanê û şertên wan yên jiyanê baş dizane. Xwepêşandanên aştiyane û medenî di çarçoveya qanûnan de mafê xelkêye lê şiddet û xerabkirin ji mafên rewa cudane.”

Barzanî li ser mijara kiryarên bi şiddet û nerewa de weha dewam kir:

“Protestokarên êrîşker bi rêyekî nerewa tevdigerin. Hêzên asayîşa herêma Kurdistanê mecbûrin mal û canê xwepêşandêran û xelkê biparêzin. Lê ew kesên ku malê xelkê, malên şexsî talan dikin û êrîşê avahiyên partiyan dikin û disojin, wê di çarçoveya qanûnan de bên darizandin. Her weha divê xelk nekeve bin bandora wan kesên ku dixwazin asayîşa Kurdistanê bixin talûkê.”

Barzanî her weha ji partiyên siyasî xwest ku di vê pêvajoya nexweş de, destekê bidin herêma Kurdistanê û parastina statukoya herêma Kurdistanê di bin berpirsiyariya herkesî de ye.

Parve bike: