TR KU SO
FB X
Kurdistan

Barzanî: “Êzîdiyên pêdiviya wan bi alîkariyê hebin dê destekê bistînin”

Admin M
Nivîskar
📅 06 nîsan 2026 20:33

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi fermanekî Komîta Kontrola Darayî ava kiribû da tesbîta kes an malbatên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye tesbît bikin û destekê bidin wan.

Komîte, temamê xebatên xwe yên ji bo Kurdên Êzîdî ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye tesbît kir û temam kir. Mesrûr Barzanî ragihand ku wê di nav heftê de destekê bidin 3590 kesên pêdiviya wan bi alîkaiyê heye.

Ji bo desteka mexdûran, pêvajo dewam dike, ofîsa serokwezîrtiya Kurdistanê kampanya û pêvajoyê ji nêz de dişopîne û eger mexdûriyetên nûh peyda bidin jî, dê wan jî tesbît bikin da destekê bidin wan.

Komîte ragihand ku Êzîdiyên mexdûr wê di dora ewilî de bin da karibin ji bo wan şertên jiyanê yên baştir amade bikin, mexdûrên ku hene; hinek ji wan di kampan de ne, hinek ji wan li navenda Duhokê ne û yên din  li ciyên cuda dijîn.

Parve bike: