Kurdistan
Barzanî tevli merasima vekirina santralê bû
PeyamaKurd- Serokwezîrê hukumeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hinek rayedarên herêma Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê li navçeya Tekyeyê tevlî merasima vekirina santrala elektrîkê bûn. Santral dê elektrîkê bide Silêmanî û dora wê.
Projeya santralê bi 63 mîlyon dolarî bû mal. Avakerên santralê Kore ya Başûr û Wezareta Samanên Siruştî û Elektrîka Herêma Kurdistanê ne. Nêçîrvan Barzanî di merasimê de axifî û got ku bi taybetî ev proje bo navçeyê giringe û beşeke ji toreke berfireh a stratejîke di sektora elektrîkê de li Kurdistanê.