TR KU SO
FB X
Kurdistan

Barzanî û Abdulmehdî li ser têkiliyên Bexda û Kurdistanê rawestiyan

Admin M
Nivîskar
📅 11 rêbendan 2020 21:40

PeyamaKurd- Serokwezîrê hukumeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî li payîtexta Kurdistanê Hewlêrê bi heyeta Kurdistanê ve bi serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî û heyeta pêre rûnişt. Barzanî got ku bo bicîhanîna peyamanên navbera Bexda û Hewlêrê pêdivî bi îradeyeka giran û têgihîştî heye.

Barzanî baweriya xwe ragihand ku esasê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye danîn, divê bo berjewendiyên temamê xelkê Iraqê dewam bike. Barzanî mijarê anî ser İŞİDê û got İŞİD hêjî tehdîdeka mezine û pêdivî her carê bêhtir bi têkilkiyên lihev yên navbera Hewlêr û Bexdayê heye, divê raya giştî ya navdewletî jî destekê bide vê pêvajoyê.

Heya niha di babeta civînê de bi berfirehî agahî nehatiye dayîn.

Parve bike: