Batman | Kesekî temenê wî 65 salî ye jinbira xwe û xwarziyê xwe kust
PeyamaKurd – Li parêzgeha Batmanê ya Bakurê Kurdistanê kesekî bi navê Şexmus D. ku temenê wî 65 salî ye, jinbira xwe û xwarziyê xwe kuşt û hevjîna xwe jî birîndar kir.
Hat zanîn, bûyer di saetên şeva 27ê Gulana 2022ê li Parka Şerzan Kurt a li taxa Huriyetê çêbûye.
Li gor hat eşkerekirin, kesekî bi navê Şexmus D. ku temenê wî 65 salî ye ji ber sedemek nediyar, bi demançeyê bera hevjîna xwe Felek D. (44) jinbira xwe Kezîban D. û biraziyê xwe Abdulganî D. (25) daye, ew birîndar kiriye û ji cihê bûyerê reviya.
Hat ragihandin ku li ser agahiyê tîmên tendirûstî çûne cihê bûyerê û kesên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Batmanê û di encamê de ji birîndaran Kezîban D. û Abdulganî D. tevî hewildanên pizîşkî li nexweşxaneyê can dane û rewşa Felek D. jî ne cîgir e.
Herwiha Hêzên Ewlekariyê ji bo destserkirina Şexmus D. dest bi lêkolînan kirine.