Kurdistan
Bav û kur keyayê gund kustin
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Mûşê li navça Tîlê (Korkut) li gundê Hingirvanê, piştî limêja cejna Remazanê, di encama êrîşa Muzaffer Özkan û her 3 kurên wî de keyayê (muxtar)ê gund Ferit Yasit li ber deriyê wî birîndar dikin û li nexweşxana dewletê ya Mûşê can dide.
Piştî kuştina keya, hat gotin ku bav û kur bi cendirman re ketine nav şer û di encamê de, dema Muzaffer Özkan fêm kir ku wê bê girtin, xwe kuştiye. Di pevçûna bi cendirmeyan re kurekî Özkan jî birîndar dibe.