TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bazirganê Kurdê Êzidî yê naskirî Besîr Goriya hat kustin

Admin H
Nivîskar
📅 04 cotmeh 2020 21:23

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro Yekşemê li ser rêya serekî ya Şêxan-Elqoş -  bazirganekî Kurdê Êzidî Beşîr Goriya bi guleyê hat kuştin.

Rêvebera Nahiyeya Elqoş Lara Zara ji medya Kurdistanê re ragihandiye ku bûyer li derwazeya gundê Bêbanê qewimî ye û Beşîr Goriya bi guleyê hatiye kuştin.

Derbarê sedema kuştina wî de hîn ti agahiyên zelal nînin û nasnameya kesê ew kuştiye jî hîn nehatiye diyarkirin.

Beşîr Goriya niştecihê Komelgeha Rîsale ye û kesekî naskirî û xuya yê navçeyê bû kubi karên xwe yên xêrxwazî û taybet jî alîkariyên Kurdên Êzidî dihat naskirin.

Hêzên emnî derbarê bûyerê de lêkolînên xwe berdewam dikin.

Parve bike: