TR KU SO
FB X
Kurdistan

BCF: Goştê qurbanê li 1000 malbatên feqîr hat belavkirin

Admin L
Nivîskar
📅 29 gulan 2026 10:27

PeyamaKurd - Ji bo Cejna Qurbanê, Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) goştê qurbanê li 1000 malbatên feqîr û kêmdahat ên navçeya Piremegrun a Silêmaniyê belav kir.

Sirwe Salih, seroka ofîsa BCF a Silêmaniyê, diyar kir ku qurbanên ku doh hatine serjêkirin li 1000 malbatên feqîr û kêmdahat ên ku li du taxên mezin ên Piremegrun dijîn hatine belavkirin.

Salih herwiha destnîşan kir ku wan di çarçoveya projeyên alîkariya mirovî de 2000 pakêtên xwarinê dane welatiyên feqîr.

Parve bike: