BCFê ji bo jinan xula dirûtina cilûbergan vekir
PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, li Navenda Çandî û Civakî ya Nûrredîn Zaza ku li Kampa Kawergoskê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ye, xuleke fêrkirina dirûtina cilûbergan ji bo jinên temenê wan ji 18 salî mezintir vekir.
Di vê xulê de 10 jin beşdar in û bernameya perwerdeyê dê 10 rojan berdewam bike. Di vê heyamê de dê beşdarbûyî bi hemû bingeh û zanînên pêwîst ên pîşeya dirûtin û dîzayna cilûbergan fêr bibin.
Ev cure çalakiyên perwerdehiyê pêngaveke girîng in ji bo pêşxistina şiyanên jinan û alîkarîkirina wan ku zanîn û şarezayiya pîşeyî bi dest bixin.
Hate diyarkirin ku armanca sereke ya vekirina van xulan bilindkirina şiyanên jinan e di warê dirûtinê de, da ku ew bikaribin di paşerojê de sûdê ji van fêrbûnan werbigirin û ji bo xwe derfetên kar û dahatê çêbikin.