TR KU SO
FB X
Kurdistan

BCFê li Qamişlo alîkarî gihand 950 malbatan

Admin H
Nivîskar
📅 09 adar 2026 20:01

PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li gundên Qamişlo alîkarî pêşkêşî 945 malabatan kir. 

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) ragihand ku rojên Şemî û Yekşemê alîkarî li gundên derdora Qamişlo hatine belavkirin û nêzîkî 950 malbatan ji wan alîkariyan wergirtine.

Hate diyarkirin ku alîkarî ji selikên xwarinê û berhemên şîr û şîrên zarokan û cilûbergan pêk dihatin.

Hêjayî gotinê ye, BCF ji 21ê Çileyê ve rojane alîkariyan li Rojavayê Kurdistanê pêşkêşî koçber û niştecihên herêmê dike.

Parve bike: