BCFê projeya Cejna Qurbanê eşkere kir: Nêzî milyarek dînar alîkarî tê kirin
PeyamaKurd - Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed, îro 27ê Gulanê roja yekem a Cejna Qurbanê di civîneke rojnamevanî de bernameya berfireh a BCFê ji bo rojên Cejna Qurbanê pêşkêş kir.
Mûsa Ehmed destnîşan kir ku wan amadekariyên pir taybet ji bo dabînkirina hewcedariyên malbatên kêmderfet, koçber û penaberên li kampan kirine.
Serokê BCFê rexne li Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê girt ku wek pêwîst erkên xwe li hember kampan bi cih nayîne.
Ehmed diyar kir ku ji ber vê kêmasiya hikûmeta federal, wan biryar daye ku qebareya alîkariyên xwe yên rojane zêde bikin daku valahiya çêbûyî tije bikin û piştgiriya xelkê hewcedar bikin.
Hate eşkerekirin ku ji bo vê projeya mirovî bi giştî 945 mîlyon û 985 hezar dînarên Iraqî hatine veqetandin û xerckirin.
Di çarçoveya piştgiriyê de, 340 selik ard û goştê cejnê ji bo 6 hezar û 800 malbatî hatiye dabînkirin, herwiha ji bo kêfxweşkirina zêdetirî 325 zarokên sêwî û hewcedar cilûbergên nû hatine amadekirin.
Bi giştî dê 26 hezar û 570 malbat (ku dike nêzîkî 135 hezar û 832 kes) ji vê xêrxwaziyê sûdmend bibin. Mûsa Ehmed hêvî kir ku piştgiriyên navxweyî û navneteweyî bo dezgeha wan zêdetir bibin û cejna hêzên Pêşmerge, malbatên şehîdan û hemû xelkê Kurdistanê pîroz kir.