Bedlîs bi 4.0 pileya hejiya
PeyamaKurd – Li navçeya Xelatê ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, bi 4.0 pileya erdhej çêbû.
Resetxaneya Kandilliyê diyar kir, hêza erdhejê 4.0 pileya Rîxterê ye û erdhej li navçeyên derdorê jî hatiye hestkirin.
Li gor Resedxaneya Kandilliyê ser bi Zanîngeha Bogazici ya Stenbolê diyar kiriye, îro Pêncşemê 10ê Mijdara 2022ê demjimêr 06:08 deqe erdhej li navçeya Xelatê ya Bedlîsê di kûrahiya 5 kîlometre bin erdê de çêbûye.
Herwiha Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) jî derbarê erdhejê de zanyariyên cuda belav kirine.
AFADê daye zanîn, erdhej li navçeya Xelatê ya Bedlîsê çê bûye, hêza wê 3.9 pileyên Rîxter e û di kûrahiya 11 kîlometre de çêbûye.
Hat zanîn ku heta niha derbarê zerarên erdhejê de tu agahî ji aliyê saziyên fermî û rayedarên hikûmetê ve nehatine dayîn.