Kurdistan
Belçîka | Pistî êrîsê Ala Kurdistanê ji nû ve hat hildan
PeyamaKurd - Piştî êrîşa ser nûnertiya Belçîka ya Herêma Kurdistanê ji aliyê çend Kurdên xwenenas ve û daxistina ala Kurdistanê, bi merasîmekê ji nû ve ala Kurdistanê li ber avahiya nûnertiya Belçîkayê hat hildan.
Hêjayî bibîr xistinê ye, doh 29ê Çile, çend kesên esil kurd ku di navbera xwe de bi tirkî dipeyivîn êrîşî nûnertiya Kurdistanê ya li welatê Belçîkayê kiribûn û ala Kurdistanê daxistibûn xwarê.
Piştî vê bûyera ku bû sedema şermezariya wan kesan, ala Kurdistanê ji nû ve li ber avahiyê hat hildan.
Dîmen û vîdyoyên êrîşkaran li ser medya civakî hatin belavkirin.