TR KU SO
FB X
Kurdistan

Belên Ebdullah: “Xelkê Herêma Kurdistanê kirine hedefa xwe”

Admin M
Nivîskar
📅 15 mijdar 2020 02:18

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Partiya Kedkarên Kurdistanê Belên Abdullah bo BasNewsê ragihandiye ku qanûna di parlementoya Iraqê de derketiye û xeta petrolê ya Herêma Kurdistanê ku ji aliyê PKK ê de hatiye teqandin, hedefa wan xelkê Herêma Kurdistanê ye.

Belên Ebdullah, ragihandiye ku parlementerên meclisa Iraqê yên Şî’a û sinnî demeke dirêje ku dixwazin zemîna an ku bingeha hevkariyê xerab bikin, tevdigerin lê esas bingeha Iraqê li ser vê zemînê hatiye danîn û van kiryarên wan zerarê dide Herêma Kurdistanê.

Belên Ebdullah dibêje ku armanca kiryarên parlementoya Iraqê ew e ku destkeftiyên Herêma Kurdistanê ji dest derxin û bang nûnerên partiyên Kurdistanê kiriye ku biyekdengî tevbigerin û bo wan sînoran deynin.

Parve bike: