TR KU SO
FB X
Kurdistan

Berdevkê Hikûmetê: Êrîsa Hewlêrê kiryareke terorîstî bû

📅 19 tîrmeh 2019 13:12

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil aşkere kir ku êrîşa duhî ya li restoraneka Hewlêrê kiryareka terorîstî bû û êrîşkeran bo wê kiryarê plan danabûn.

Cotyar Adil daxuyaniyek belavkir û tê da ragihand: “Li gor lêkolînên destpêkê rûdawa teqêkirinê ya roja 17 Tîrmeha 2019an bûye mirina 3 kesan karekî terorîstî bû. Bo wê kiryarê armanc û plan hatibû danîn.”

Herwiha di daxuyaniyê da amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku lêkolîn berdewam û pêşveçûn heye û di demeka nêzîk da rayagiştî agahdar dikin.

Parve bike: