Kurdistan
Berdevkê PKKê: Ji ber ku wezîfa PKKê xilas bû, em vekisiyan!
Berdevkê PKKê Serhed Varto di derbarê derketina PKKê ya ji Şingalê de axivî û wiha got: Wekî ku tê zanîn Kurdên Êzîdî yên li Şingalê, bi qirkirineke wehşî re rû bi rû man. Çeteyên wehşî yên IŞÎDê êrîşî wan kirin û felaketeke mezin anîn serê wan. Bi sedan hatin kuştin û revandin. Bajarê wan hate talankirin.
Êdî ji bo ku Êzîdiyan biparêze û wan ji wê zilmê xilas bike PKK çû Şingalê û li wê derê erka xwe bi serketî anî cih.
Niha êdî ew rewşa berê li wir nîn e. Şingal bûye cihekî aram û PKKê wezîfa xwe anî cih. Ji ber vê yekê biryara vekişînê hate standin.