TR KU SO
FB X
Kurdistan

Berf gihîst 8 metreyan, rêyên 352 gundan hatin girtin

Admin H
Nivîskar
📅 28 rêbendan 2021 00:46

PeyamaKurd - Li hin navçeyên Mûşê yên bilind û çiyayî nêzî 8 metreyan befir bariya û rêyên 352 gundan hatin girtin.

Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê ku ev zêdetirî hefteyeke bênavber barîna berfê berdewame, li cihên bilind û çiyayî heta qalindiya 8 metreyan befir bariya.

Li gorî zanyariyan, rêyên 352 gundan ji ber berfa zêde asê bûne û tîmên şaredariya Mûşê hewl didin rêyên çûnûhatina gundan bi navçe û bajaran re vekin.

Tîmên paqijkirina rêyan li hin cihan dikarin di nava demjimêrekê de tenê 15 metreyan berfê paqij bikin.

Parve bike: