Kurdistan
Berfa Dêrsimê û Sariqamîsê destpêkir
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Dêrsimê di wexta serê siba de li bilindahiya wê berf bariya. Rêya navbera navçên Hozat û Ovacikê ji ber berfê hat girtin û tîmên vekirina rê yên bejayiyê dest bi vekirina rê kirin û parêzgeh ji bo tedbîr û qezayan hişyariyê da hemwelatiyan.
Li navça Qersê li Sariqamîşê ber destê êvarê barîna berfê destpêkir û berf her derê sipî kir. Ajotvan lastîkên xwe yên havîbe guhertin û lastîkên zivistanê xistin bin erebên xwe. Bende ne ku barîna berfê di şeva Sariqamîşê de dewam bike.