Kurdistan
Berfê ruyê navça Refahiye sipî kir
PeyamaKurd – Li piraniya Kurdistanê baran dibare lê li welatê Nûrî Dêrsimî li navça Refahiye ya bi ser bajarê Ezirganê berfê rûyê Refahiye sipî kir.
Li nizmahiya Refahiye baran dibare lê li bilindahiyan berf dibare. Li gundê Kamberaxa berfek zêde bariya. Li hinek ciyan qaliniya berfê gihaye 10-15 cm.yan. Ji ber berfê û mija zêde di rêyên gundan de di çûn û hatinê de astengî çêdibin.
Hêj ji bo barîna berfê wext maye. Metorolojî radigihîne ku wê Ezirganê bi taybetî li Refahiye hêjî berf û baran bibare û bila welatî xwe li gor vê agahiye tev bidin.