Bernama serokwezîr Barzanî ya Munihê zelal bû
PeyamaKurd- Bernama serokwezîrê hukumeta Kurdistanê ya Mesrûr Barzanî ku dê here Almanya, tevlî konferansa 56. ya Munihê ya ewlekariyê bibe, zelal bû. Konferans di 14-15 ê sibatê de ye û wê Barzanî bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê bi Mike Pompeo re û bi wezîra bergiriyê ya Almanya bi Annegret Kramp-Karrenbauer re hevdîtinan bike.
Serokwezîr Barzanî dibe ku roja yekem ya konferansê, bi serokwezîrê Bûlgaristanê bi Boyko Borisov re, bi wezîrê enerjiyê yê Amerîkayê û bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê re bicive. Bende ne ku sibê bi wezîra bergiriyê ya Almanya bi Annegret Kramp-Karrenbauer re hevdîtinê bike.
Serokwezîr Barzanî di pêwendiyên ku di konferansa Munihê de deyne, dê bi giştî di behsa herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê de be. Pêşdebirina têkiliyên navdewletî wê mijareka dinê ya têkiliyan be. Mesrûr Barzanî bo medyayê weha ragihand:
“Wê di konferansa Munihê ya ewlekariyê de, bi kesên ku dinyayê de navên wan li pêşin, dê hevdîtinên me bi wan re çêbibin. Em ê behsa pêşmergeyên qehreman ku li dijî terorê têkoşiyane û bedelên ku dane bikin. Em ê behsa tehdîda daîmî ya İŞİDê bikin. Li hemberê vê tehdîdê di asta navdewletî dê bêhtir pêdiviya me bi hevkariyê heye.”
Di asta navdewletî de, 30 serok û serokwezîrên dewletan, 70 wezîrên karên derve û wezîrên bergiriyê yên dewletan tevlî konferansa Munihê ya Ewlekariyê dibin.