TR KU SO
FB X
Kurdistan

Berpirsê Amerîkî: Serok Biden girîngiyê dide ewlehiya Kurdistanê...

Admin H
Nivîskar
📅 27 rêbendan 2023 22:55

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel, di civîneke rojnamevanî de li ser pirsa derbarê ewlehiya Herêma Kurdistanê de got ku Serokê Amerîka Joe Biden hay ji girîngiya ewlehiya Kurdistanê û Iraqê heye.

Vedant Patel, li ser pirsa derbarê geşedanên siyasî yên li Herêma Kurdistan û Iraqê ragihand ku haya Serokê Amerîkayê ji ewlehiya Kurdistanê û Iraqê heye û wiha axivî:

“Amerîka dixwaze Iraqeke bihêz, yekgirtî, xwedî serwerî ku ji welatiyên xwe re xizmetên ewlehî, kar, elektrîk, av û tenduristiyê dabîn dike, bibîne.”

Di berdewamê de jî Patel got ku pêkanîna ewlehiyê ne tenê ji bo Iraqê herwiha ji bo Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke krîtîk e.

Parve bike: