TR KU SO
FB X
Kurdistan

Berpirsekî PDKê: Pêwîstiya me bi ‘encumena siyasî' nîne

📅 06 îlon 2019 14:42

PeyamaKurd - Berpirsekî PDKê dibêje, ne PDKê ne jî Serok Barzanî daxwaza pêkanîna “encumena siyasî” kirine.

Ev çend roj in tê gotin ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dixwaze encumeneka siyasî di navbera partî û hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê de pêk bîne bi serokatiya Mesûd Serok Barzanî. Endamê serkirdetiya PDKê, Elî Ewnî li ser rûpela xwe ya facebookê daxuyaniyek li ser vê mijarê daye û gotiye, tiştekî wisa nîne. Ew nûçe û agahî derew û bê bingeh in.

Elî Ewnî her wiha gotiye, ne PDKê ne jî Serok Barzanî daxwaza tiştekî wisa kirine û ne jî pêwîstiya PDKê bi encumeneka wisa heye.

Parve bike: