Berpirsekî Wezareta Pêsmerge hisyariya DAISê dide
PeyamaKurd – Berpirsekî Wezareta Pêşmerge, ji bo çek û pereyên ketine destê DAIŞê û guhartina awayê şerê wan, hişyariyê dide.
Rêveberê Giştî yê Ragihand û Hişyariya Niştimanî di Wezareta Pêşmerge de Emîd Osman Mihemed daye zanîn: “Di heyama du salên borî de, DAIŞê xwe li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê xwe bi rêkxistin kiriye û çek û pere ketine destê wê û awayê şerê xwe jî guhartiye.”
Emîd Osman Mihemed destnîşan kir: “Hizra terora li wan navçeyan heye, ji ber wê divê ji bilî operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞê, hemû alî kar li ser nehîştina hizra terorê bikin.”
Di çend rojên borî de, çekdarên DAIŞê êrîşên xwe zêde kiribûn û awayê êrîşên xwe jî xwe guhartibûn. Pêr 5ê Îlonê di êrîşên cuda de li Kerkûk û Mexmûrê 18 endamên ewlehiyê yên Iraqê li Kerkûkê kuştibûn.