TR KU SO
FB X
Kurdistan

Berpirsên ENKSê besdarî Civata Gistî ya Neteweyên Yekbûyî dibin

Admin H
Nivîskar
📅 19 îlon 2021 21:06

PeyamaKurd – Di nav Şanda Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) a li New Yorkê beşdarî Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dibe de, du endamên Kurd ji Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî cî digirin.

Endamê ENKSê û Cîgirê Serokê Îtîlafê Ebdulhekîm Beşar ku beşdarî civîna NY ya li New Yorkê dibe, ji K24 re ragihand, şandeke hevbeş a Îtîlafê û Desteya Danûstandkar a Opozîsyona Sûriyê dê beşdarî civînên Komeleya Giştî ya NY bibin û wê hejmarek civîn û hevdîtin bi berpirsên welatên beşdar re pêk bînin.

Ebdulhekîm Beşar diyar kir, ew wek Cîgirê Serokê Îtîlafê û Îbrahîm Biro weke endamê Desteya Danûstandkar dê cihê xwe di nava wê şanda hevbeş de bigirin.

Beşar got, ew ê di civîn û hevdîtinên xwe de xwe behsa krîza Sûriyê û pirsa çareseriya siyasî li gor biryara navdewletî 2254, Yasaya Sîzer û bandorên wê, pirsa Kurdî li Sûriyê û rewşa Efrîn û Serê Kaniyê bikin.

Ebdulhekîm Beşar daye zanîn, wê hevdîtinên wî û Îbrahîm Biro yên bi awayekî tekane bi hin aliyên navdewletî re jî hebin.

Parve bike: