Besê Hozat: Singal ne perçeyekî Herêma Kurdistanê ye, besek ji xaka Iraqê ye
PeyamaKurd – Di demekê ku Erdogan gefên xwe yên bo Rojava zêde kirine û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî liv û tevgerên xwe yên li Rojava zêde kirine, Hevseroka KCKê Besê Hozat derbarê rojevê û pêşhatên dawiyê de ji ajansa nêzîkî PKKê ANFê re axiviye. Hozat destnîşan kiriye ku Efrîn ji bo Kurdan rûmet e û got "Efrîn dê azad bibe. Destberdana ji têkoşîna azadiyê, destberdana ji azadiya Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.” Hozat herweha amaje bi wê jî daye ku Tirkiye Tirkiye dixwaze Herêma Kurdistanê ji Iraqê veqetîne bi Tirkiyê ve girê bide.
Besê Hozat der barê hevdîtinên Wezareta Karên Derve ya Iraqê û rêxistinên îstîxbaratê yên Iraqê bi rejîma AKPê re got "Dewleta Iraqê di nava pirsgirêkên cidî de ye, di rewşeke parçebûyî û lawaz de ye. Bi salan e di nava kaos û şerekî mezin de ye. Tirkiye dixwaze ji vê rewşa Iraqê sûdê wergire. Hewl dide Iraqê jî tev li planên xwe yên qirkirina Kurdan bike. Di şerê xwe yê tinekirinê de yê li dijî PKKê dixwaze Iraq bi rengekî çalak piştevaniya wan bike. Ji bo daxwazên xwe bi Iraqê bide qebûlkirin Tirkiye kaos û şerê li Iraqê girantir dike. Tirkmenên nêzî xwe li dijî Iraqê bi rêxistin dike. Piştgiriya xwe ya ji bo DAIŞê didomîne. Dixwaze Başûrê Kurdistanê bi her rengî bi Tirkiyeyê ve girê bide û bi vî rengî pirsgirêkên navbera Iraqê û Başûrê Kurdistanê girantir dike. Ji niha ve Başûrê Kurdistanê mîna ku ne parçeyekî Iraqê ye, lê parçeyekî Tirkiyeyê ye tê dîtin.
Tirkiye hewl dide Başûrê Kurdistanê bi temamî ji Iraqê qut bike û bi Tirkiyeyê ve girê bide. Weke parçeyekî Mîsakî Mîllî dibîne û bi sûdwergirtina ji konjonktura heyî ya siyasî dixwaze bi temamî dagir bike. Divê mirov êrîşa li Xakurkê di vê çarçoveyê de binirxînin. Her wiha divê rêxistiniya ku bi salan e li Kerkûkê, li Telaferê û li Başîkayê di ser Tirkmenan re dike di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Hebûna Tirkiyeyê ya li Başîkayê ji bo Iraqê gefeke gelekî mezin e. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHPê ji ber ku bi daxwazên Neo Osmanî tevdigere Iraqê weke xaka Osmanî, weke parçeyek ji Tirkiyeya Erdogan-Bahçelî dibîne.
Hozat destnîşan dike ku rêveberiya Iraqê niha lawaz e û ji ber ku nexurt e li pêşberî hin zext û ferzên Tirkiyeyê bêdeng dimîne, nêzîkatiyeke lihevkirinê nîşan dide. Hozat wiha berdewam kir:
“Tirkiye ji vê rewşa bêhelwest û bêdeng a Iraqê sûdê werdigire. Lê belê ev nayê wê wateyê ku Iraq tevlî hemû planên Tirkiyeyê bûye û destekê dide Tirkiyeyê. Bi ya me Iraq wê bi temamî li gorî daxwaza Tirkiyeyê tevnegere.Ti berjewendiya Iraqê di vê de nîne, berevajî wê zerareke mezin jê bibîne. Dagirkirina Başûr, bombekirina Mexmûr û Şingalê gelo wê sûdeke çawa bide Iraqê? Sûdê jê wernagire, berevajî zerar wê lê bibe. Pozîsyona heyî ya desthilatdariya li Iraqê zerarê dide Iraqê, zerarê dide gelê Iraqê, em dixwazin û li bendê ne ku vê yekê biguherîne. Divê Iraq helwesteke cidî li dijî dagirkeriya Tirk a faşîst nîşan bide. Ji bo Tirkiye ji deverên dagir kiriye derxîne divê têbikoşe. Naxwe wê dema bê rewşeke welê rû bide ku nikaribe ji bin derkeve.”
‘OPERASYONA YBŞê YA BI ARTÊŞA IRAQÊ RE ERÊNÎ YE’
Besê Hozat der barê tevlîbûna hêzên YBŞê li nava operasyonên artêşa Iraqê got, "Şingal parçeyekî Iraqê ye. Civaka me ya Êzidî dixwaze di nava yekparebûna Iraqê de xwedî statuyeke xweser be. Statuyeke xweser a civaka Êzidî ya li Şingalê wê Iraqê xurtir bike, wê îmajeke baş bide Iraqê. Wê demokrasiya Iraqê xurtir bike. Sîstema wîlayetan a xweser di Destûra Bingehîn a Iraqê de heye. Şingal dikare bibe wîlayeteke xweser. Eger Iraq xweseriya Şingalê nas bike wê Êzidî rêz û destekeke mezin bidin Iraqê. Gelên dinyayê jî wê destekê bidin Iraqê. YBŞ hêzeke ku Êzidiyan ji bo parastina xwe li dijî DAIŞê bi rêxistin kirine. YBŞê di têkbirina DAIŞê de û di rizgarkirina Êzidiyan a ji qirkirinê de roleke mezin lîst. Êzidî dixwazin di çarçoveya xweseriya Şingalê de YBŞ weke hêza parastinê ya Şingalê bimîne. YBŞ parçeyekî hêza leşkerî ya Iraqê ye, lê belê xweser e. Êzidî dixwazin ev hêz bi meclîsa Şingalê ve bi rengekî xweser girêdayî be. Bi navenda parastinê ya Iraqê re jî daxwaza hiqûqekê dikin. Ev daxwazên civaka me ya Êzidî gelekî rasteqîn û mafdar in. Li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê ye.
Bi qasî ku em zanin û me şopand, YBŞ bi artêşa Iraqê re her tim di nava ahengiyê de xebitî. Niha jî li Şingalê artêşa Iraqê heye. Artêşa Iraqê bi desteka YBŞ'ê li dijî DAIŞ'ê gelek operasyon pêk anî. Niha jî li sînorê Iraq-Sûriyeyê operasyonê dike. Ev yek helwesteke baş e, em jî bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Em naxwazin êdî li dijî civaka me ya Êzidî ferman pêk were. Ji bo fermanên nû rû nedin gelekî girîng e ku Şingal xwedî statuyeke xweser be. Eger rêveberî û hêzên xweparastinê yên Êzidiyan hebe hingî wê karibin xwe biparêzin
DIVÊ DAIŞî LI ROJAVA BÊN DARIZANDIN
Hevseroka KCKê Besê Hozat bal kişand ser komxebata li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo darizandina çeteyên DAÎŞê pêk hat û der barê mijarê de got, "Demeke ji bo darizandina DAÎŞiyan nîqaş tên kirin. Bêguman a herî rast ew e ku DAÎŞ li devera ku herî zêde sûc lê kirin, li devera ku şerê herî berfireh li dijî DAÎŞê hate meşandin û DAÎŞ lê hate têkbirin DAÎŞ'î bên darizandin. Bi avakirina dadgeheke navneteweyî re ev yek dikare bê kirin. Lewma rewşeke asayî ye ku nîqaşên di vê çarçoveyê de bi giranî li Bakur û Rojbhilatê Sûriyeyê bên kirin. Darizandina DAÎŞê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê encamên xwe yên gelekî mezin û girîng rû bidin. Wê bandoreke mezin li demokrasiya Rojhilata Navîn û dinyayê bike. Bi rastî jî divê ev yek girîng bê dîtin û hewldanên heyî bên zêdekirin û encam bên wergirtin. Bêguman dijberên DAÎŞ'ê û hemû hêzên zerar ji DAÎŞê dîtin divê bi her rengî piştgiriyê bidin darizandina DAÎŞiyan li wê derê."