TR KU SO
FB X
Kurdistan

Beseke din a derziya Pfizer gihîst Kurdistanê

Admin H
Nivîskar
📅 26 nîsan 2021 21:56

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku beşek ji derzîya vîrusa korona ya Pfizer-BioNTechê şeva borî gihîştiye Herêma Kurdistanê.

Berpirsê Parastina Tenduristiya Hewlêrê Dr. Serheng Celal, ragihand ku şeva borî 2 hezar û 340 doz derziya Pfizer-BioNTech gihîştiye Herêma Kurdistanê û wê li kesên bi awayê online daxwaz kirine û welatiyên dora wan a derziyê hatiye bên lêdan.

Li gorî amarên wezareta tenduristiyê heta niha tenê li Hewlêrê bi qasî 25 hezar kes hatine derzîkirin ku derziyên Sinopharm a Çînê û Pfizer-BioNTech a Alman-Amerîkî têne bikaranîn.

Parve bike: