Kurdistan
Besikcî: Nêçîrvan Barzanî ji aliyê dîplmatsî û siyasî de pir pêskeftî û serkeftî ye
PeyamaKurd - Îsmaîl Beşikcî ragihand hilbijartina Nêçîrvan Barzanî gelekî di cihê xwe de bû. Nêçîrvan Barzanî jiyana xwe xistiye xizmeta Kurd û Kurdistanê de.”
Î.Beşikci û N.Barzanî
Beşikçî wiha got: “Nêçîrvan Barzanî ji aliyê dîplmatîk û siyasî de pir pêşkeftî û serkeftî ye, lewma jî di vê dema niha de hilbijartina wî bo serokê Herêma Kurdistanê pir girîng e. Ew di civînên xwe de behsa zilma ku Kurdan hatiye kirin, dike û ev yek jî pir girîng e.”
Dostê gelê kurd Beşikci wiha domand: “Nêçîrvan Barzanî pir hêja ye ji bo kursiyê serokatiya herêmê û pêwîst e ji bo têkelî û pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatên derdorê û welatên derve ku kesekî dîplomatî jêhatî ye.”