Bêwarê ku 6 mehî ketibû destê DAISê bi Kurdî nizane
PeyamaKurd – Zarokekî Kurdê Êzidî ku dema şeş mehî bû ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin û niha jî 6 salî ye, êdî bi Kurdî nizane.
Zarokê bi navê Bêwar Qasim Xelef bi malbateke Tirkmen a DAIŞîyan re maye û beriya niha jî piştî hatiye rizgarkirinê ew birine nav malbata wî ya ku li Kampa Mam Reşan a bajaroka Şêxanê ye.
Li gorî nûçeya Rûdawê Bêwar Qasim Xelef ligel malbata Tirkmenî ya nav DAIŞîyan piştî têkçûna DAIŞê çûne Tirkiyê û Bêwarê ku niha temenê wî zêdetirî 6 salan e, ji ber ku di nava malbateke Tirkmenî de maye û piştre ligel wê malabtê li Tirkiyê jiyaye, nizane bi Kurdî biaxive û tenê bi Tirkî diaxive.
Ji ber wê sedemê, xûşk û birayên Bêwar ji wî fêm nakin. Birayê Bêwar, Elî Qasim dibêje, Bêwar niha bi Kurdî nizane lê hêdî hêdî fêr dibe.
Elî Qasim Xelef ji Rûdawê re gotiye: “Ev birayê min e, me nîşanek jê hebû û nîşan dirist bû. Me pişkinîna bijîşkî kir û ew jî dirist bû. Dema me wêneyê wî li Facebookê dît, em gelek dilxweş bûn.”
Xûşka Bêwar, Amîne Qasim jî dibêje: “Ji min re gelek zehmet e ku birayê min li cem min be û ez nekarim pê re biaxivim. Ez çûm û di Google de lêgeriyam daku fêr bibim jê re bêjim, ez xêşka te e. Niha ez vê jî nizanim bêjim, min ji bîr kiriye.”
Ew zarokê Kurd, bi rêya kesekî bi navê Ebdullah Şirîm û gelek bi zehmetî gihîştiye malbata xwe.
Piştî 5 meh ji lêgerîn û lidûvçûnan, wî kesî kariye wî zarokê Kurd li Enqerê peyda bike û bi rêyeke taybet û zehmet bigihîne Başûrê Kurdistanê.
Ebdullah Şirîm jî li ser hewlên bo anîna Bêwar wiha diaxive:
“Min çavdêriya wê malbatê dikir, Tirkmen bûn û çûne Tirkiyê, me zanî. Em gihîştin Enqerê, ji bo me gelek zehmet bû, ji ber ku ne zimanê me dizanî û ne me şarezayî hebû. Me gelek dem serf kir, bêtir ji 5 mehan me li ser kar kir.”