TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bexda | Serok Barzanî bi Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê re civiya: Hemû kêse hatin gotûbêjkirin

Admin H
Nivîskar
📅 03 tîrmeh 2024 20:49

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya îro 3yê Tîrmehê ya Bexdayê de, bi serkirdeyên Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê re civiya.

Hate ragihandin ku Serok Barzanî û serkirdeyên Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê, pabendbûna xwe ya bo çareserkirina hemû kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşandan.

Herwiha li ser pirsên navxweyî û herêmî, derbaskirina rewşên dijwar bi giştî, pirsên aborî û siyasî û çend mijarên din ên girîng jî di civîna Serok Barzanî û serokên Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de hatin gotûbêjkirin.

Parve bike: