TR KU SO
FB X
Kurdistan

Beyan Samî Ebdurehman: Amerîka wê her dem wekî hevpeyman ligel me bimîne

Admin L
Nivîskar
📅 16 hezîran 2023 14:55

PeyamaKurd Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Washingtonê diyar kir, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê di asta bilind de ji aliyê Amerîkiyan ve hat pêşwazîkirin û da zanîn: "Amerîka wê her dem wekî hevpeyman ligel me bimîne."

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Ebdurehman destnîşan kir, berjewendiyên me yên hevbeş li gel Amerîkayê hene û em dixwazin ligel me bimînin û ew jî dixwazin ligel me bin.

Beyan Samî Ebdurehman eşkere dike: "Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li Amerîkayê li ser asteke bilind hat pêşwazîkirin û çend hevdîtinên girîng li gel Amerîkiyan pêk anîn û yekem hevdîtina wî jî li gel Alîkara Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê bû."

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Washingtonê da zanîn, di civîna ligel Amerîkîyan de behsa yadaştnameya Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîka hatiye kirin, ku her du alî pabend in bi rêkeftina di navbera xwe de.

Herwiha di civînê de behsa mijara vegera koçberên Êzîdî ji bo Şingalê û cîbicîkirina rêkeftina Şingalê jî hatiye kirin ku pêwîst e ew rêkeftin were cîbicîkirin da ku koçberên Êzîdî vegerin warê xwe.

Beyan Samî Ebdurehman destnîşan kir: "Berpirsiyariya hikûmeta Iraqê ye ku rêkeftina Şingalê cîbicî bike û divê bi cidî li ser cîbicîkirina wê rêkeftinê û derxistina hêzên milîs ên ku bûne sedema nearamiyê li navçeyê."

Li ser encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî got: "Pirsa encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji alîyê Iraqê ve arîşe çêbûne û prose hêdî bi rê ve diçe, lê divê hilbijartin bên kirin ji ber ku hilbijartin bingeha proseya demokrasiyê ye."

Parve bike: