Bi alîkariya Wezareta Navxwe 23 jin û zarokên DAISê yên welatiyên Ewropa hatin vegerandin
PeyamaKurd – Bi alîkariya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, 23 jin û zarokên DAIŞê yên welatiyên Almanya û Finlandayêyê, ji kampa Holê bo welatê xwe hatin vegerandin.
Li gor daxuyaniya Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ew jin û zarok ji kampên Bakurê Rojhilatê Sûriyê bi rêya balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê û bi balafireke taybet ji bo welatên xwe hatin şandin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, ew welatî ji 3 jin û 12 zarokên Almanî û 2 jin û 6 zarokên Finlandî pêk dihatin.
Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir, proseya vegerandina wan kesan bi beşdariya tîmeke dîplomasî ya Almanî û Finlendî bi hevkarî û hemahengiya aliyên pêwendîdar ên Kurdistanê di warê dabînkirina ewlehî û hevkariya lojistîkî û teknîkî û gelek asankariyan çêbûye.
Herwiha ew prose piştî çend hevdîtinên pêşwext ligel aliyên pêwendîdar ên Kurdistanê hatiye kirin.
Ev ne cara yekem e ku proseya vegerandina jin û zarokên DAIŞê yên li Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê dijîn, bi rêya axa Herêma Kurdistanê re tê kirin. Çend carên din jî proseyên bi vî awayî hat pêkanîn.