TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bi armanca guftûgokirina çarenivîsa proseya xwendinê civînek tê lidarxistin

Admin L
Nivîskar
📅 07 nîsan 2021 16:32

PeyamaKurd – Wezareta Perwerdê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Lijneya Perwerdeya Parlamentoyê û Yekitiya Mamostayên Kurdistanê, bi armanca guftûgokirina çarenivîsa proseya xwendinê, îro dicivin.

Serokê Lijneya Perwerde û Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî li Parlamentoya Kurdistanê Ebdulselam Dolemerê diyar kir, îro 07.04.2021ê di saet 14:30yan de, wek Lijneya Perwerde û Xwendina Bilind û Lêkolînên zanistî li Parlamentoya Kurdistanê û Yekitiya Mamostayên Kurdistanê, li ser daxwaza Wezareta Perwerdê ji bo biryardayîna çarenivîsa xwendinê em ê bicivin.

Dolemerê herwiha da zanîn, em naxwazin mamosta û xwendevanan bixin metirsiyê û eger tu rêçareyek nebe, wek naçarî hemû xwendin dê bibe sîstema elektronîk, lê mekanîzmayekî bihêztir em baş dibînin ku hebe.

Parve bike: