TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bi belavkirina naveroka rêkeftinê re, YNK bi lezgînî civiya

Admin H
Nivîskar
📅 02 hezîran 2019 17:52

PeyamaKurd - Polîtburoya YNKê civîneke lezgîn pêk tîne û di civînê de dê çend pirsekan gotûbêj bike.

Berdevkê fermî yê YNKê Letîf Şêx Omer ji malpera fermî ya partiya xwe re eşkere kir, civîn bo gotûbêjkirina pêşhate û bûyerên navxwe û navçeyê ne, bi taybet jî bo pirsa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê û helwastê YNKê ya derbarê çareserkirina pirsa Kerkûkê de ye.

Doh encûmena rêveberiya PDKê civînek pêk anî û piştre jî îro 2yê Hezîranê bi fermî naveroka rêkeftina PDKê û YNKê hat belavkirin.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed doh ragihandibû ku YNKê bixwe berpirs e ji xwevekêşîna bêserûber a rêkeftina ligel PDKê û divê naveroka rêkeftinê bicîh bîne.

Parve bike: