TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bi botê dageriya ku alavên xwe bîne lê ket çemê Firatê û wenda bû

Admin M
Nivîskar
📅 25 nîsan 2026 17:36

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Çunguşê li gundê Piran (Geçiköy) kesê bi malbata xwe re çûbû pîknîkê, eşyayên xwe li ciyê pîknîkê ji bîr kir lê bi bota xwe bi kurê xwe re dageriya da aşyayên xwe bîne. Dema dageriyan eşyayên xwe bînin, ket ava çemê Firatê û wenda bû.

Aslan û kurê xwe dema bi bota xwe dageriya da eşyayên xwe bîne, dema bi yek carî bota xwe dagerand, mêzêna xwe wenda kir û ket nava çemê Firatê.

Aslan, derbe li serê wî ket û wenda bû. Kurê wî bi avjeniyê xwe rizgar kir û giha qerexê çem. Kesên li der û dorê xwestin ew rizgar bikin û pêre jî xeberê dan navenda banga lezgîn ya 112an.

Li ser agahdarkirinê, tîmên cendrimeyan yên noqavê, îtfaiye, tîmên tenduristiyê, AFAD û grûba Hunter Team Sportif Olta Balıkçılarê çûn ciyê rûdanê.

Her weha masîvanên der û dorê, bi drone û tekneyên xwe dest bi xebata lêgerînê kirin.

Parve bike: