TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bi dronan êrîşî Silêmaniyê hat kirin: Pêşmergeyekî Rojhilatê Kurdistanê şehîd ket

Admin İ
Edîtor
📅 11 adar 2026 12:54

PeyamaKurd - Îro serê sibehê (11ê Adara 2026an), kampa Komeleyê (Yekîtiya Karkerên Şoreşger ên Kurdistanê) ya li nêzîkî bajarê Silêmaniyê rastî êrîşeke giran a bi dronan hat. Di encama êrîşê de pêşmergeyekî ji Rojhilatê Kurdistanê şehîd bû û du şervanên din jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên Komeleyê ji Rûdawê re par ve kirine, nêzîkî 7 dronên bombebarkirî baregehên wan ên li herêma Zergwêzê ya nêzîkî sînorê Silêmaniyê hedef girtine. Çavkaniyan diyar kir ku êrîş serê sibehê bi awayekî koordînekirî pêk hatiye.

Hat ragihandin ku pêşmergeyê ku di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest daye, Umêd Veysî ye. Umêd Veysî ku di nav refên pêşmerge de bi navê "Umêd Rewanserî" dihat naskirin, bi eslê xwe ji bajarê Rewanserê yê nêzîkî Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê bû.

Ev êrîş di demekê de pêk tê ku rageşiya li herêmê zêde bûye û fikarên li ser ewlehiya kampê partiyên Rojhilatî li Herêma Kurdistanê kûr bûne.

Parve bike: