TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bi dronan êrişî kampa Sûrdaş ê hate kirin

Admin H
Nivîskar
📅 06 gulan 2026 14:18

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku duh bi şev carek din bi du droneyan êrişî li ser kampa Sûrdaş ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê ku Kurdên Rojhilatê Kurdistanê lê dimînin, hate kirin.

Li gorî agahiyan di êrişê de du wesayît hatine hedef girtin, lê derbarê ziyanên canî û madî yên êrişê de ti agahî nehatine belavkirin.

Ji tu aliyên fermî  li ser ve êrişê daxuyanî û zanyarî nehatine belavkirin.

Hêjayî gotinê ye ku Kampa Sûrdaş yek ji kampên niştecihbûnê ya Kurdên Rojhilatê Kurdistanê yên penaber li Başûrê Kurdistanê ne. Niştecihên kampê di çarçoveya lihevkirina ewlehiyê ya di navbera hikûmeta Herêm û Iraqê li gel Komara Îslamî ya Îranê de li wir hatine bi cihkirin. Di dema borî de û taybet piştî destpêkirina şerê di navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê de, êrişên bi drone û mûşekan li ser kampê hatine pêkanîn.

Di êvara 14’yê Nîsanê de bi droneyan êrişî kampa Sûrdaş hatibû kirin. Di êrişê de 3 kes birîndar bibûn. Yek ji birîndaran pêşmergeya bi navê Xezal Mewlan, ji ber giraniya birîna xwe şehîd ketibû.

Parve bike: